DELALÊ ÇIMA
Çima çima delalê çima
Tu kulîlka ber devê çema
Ez sond duxum bi navê Yezdan
Wele nadim bi erd û sema
Ev çend rojin te ez rizandim
Wek erd hêjê hejandim
Wek qirdê bi xilêt û zincîr
Nav xelkêde reqisandim
Jan ji nava dilê min rakir
Te jiyana min jî talan kir
Min çi digot tew feyde nekir
Rindê pergala min belakir
Nizam çima li min ha dikî
Weke min rohnîkan ro dikî
Bejna zirav jî li ba dikî
Bi xwere min har û dîn dikî
Pençeşêr xist nav dilê min
Derman nekir kula dilê min
Bi sond tu evîna dilê min
Mêvana xewn û xeyalên min
Ji bona min wek roja zerî
Nav jiyana minde digerî
Wele zanim canê dîlberî
Bes jiyana min meke tarî
Xist nav dilê min pençeşêre
Derdê giran bêjim bi kêre
Were halê Seyda binêre
Li Curnêreş hêstir tên jêre.
Mehmet AYDOĞDU
29.05.2018 - 09:40 / Sêşem
Köln / Almanya