DELAL JI MIN
XEYIDIYE
Delal ji min xeyîdiye
Çawa dikim deng nakiye
Nizam bo çi ew sil bûye
Agir bi dilêm ketiye
Were delala dilê min
Bê te tine qet halê min
Hetanî ku tu aşt nebî
Venamre agrê dilê min
Bê te jiyan pirr xedare
Ezê kêre bibêm yare
Werin bi destên min bigrin
Min têxin nav axa sare
Dawya biharê havînê
Ketim nav agrê evînê
Were ha meke lê dînê
Pêçkim bê te ez vê jînê
Jîna bê te min herame
Ez şewitîm û nemame
Bê te qîmeta xwe tine
Ha mirime ha sax mame
Were rindê de sil mebe
Bila dijmin me şa nebe
Bê te jiyan min herambe
Qedera min axa sarbe
Seyday Curnêreş birîndar
Şev û roj dike zare zar
Sewa çavên reş û belek
Derd û kull min bûne hezar.
Mehmet Aydoğdu
24.05.2021 - 23:13
Sêşemî
Mamak / Ankara