DERDÊ DINYA YÊ DAYÊ
Derdêm girane dayê derman qet tune
Hêstrêm dibarin dayê kesek nabîne
Geryam li dinya yê dayê L’ser û bine
Derdê dinaya yê dayê min pir dêşînee
Evan derdana dayê welem dêşîne
Nava dilê min dayê pir dişewtîne
Dem zivistane dayê bo min havÎne
Eva feleka dayê j’min re xayîne
Kê şaş kirime dayê wele nizanim
Derdê dinya yê dayê ez perîşanim
Halyê siûd de dayê gelek xizanim
Di nav xelkê de dayê îro nezanim
Ezî nezanim dayê li vê dinya yê
Çawa xilas bim dayê li vê sewda yê
Kula dilê min dayê niva dernayê
Xilas nabime dayê ez li vê belayê
Sebra dilê min dayê niva nemaye
Kula girane dayê dil de şax daye
Derdê bê derman dayê min girtî taye
Destan ve dikim dayê hêvîl Xwuda ye
Derdan ez kuştim dayê derdê zarokan
Ser min hate xwar dayê li ser min cîhan
Sê roy dinya yê dayê em tev de mêvan
Çima em dijîn dayê li hev bi guman
Mehmet AYDOĞDU
08/07/2010 00:10- Pêncşemî
Tepeustu-Sefakoy-Kuüçükçekmece
STENBOL