DIGRIME TAYE
Min fam nekir qet ev çi belaye
Nexweşim û ez digrime taye
Ez çûme ser duxtor û hekîman
Gotin derman li ba me tuneye
Min got duxtor tu cewabê meke
Qurban derdê min jî tu dermanke
Birîna te pir kûr û xedare
Hekîm loqman nikarin dermanke
Birîna min kulek pir xedare
Dem havîne wele min pir sare
Dinalime sibê û êvare
Duxtor ji minre ew nebûn çare
Ji ba duxtor dermanê min nîne
Duxtor qurban tu min bes mêşîne
Duxtor got tu tew xeman mekşîne
Zanim dilê te tevî birîne
Bes tu mere ser hekîm duxtoran
Êşa giran weke tîre maran
Tu ber bide ba dostan û yaran
Ba yarêye dermanê tey giran
Min fam kir ku derdê min sewdaye
Li ser serê min bûye belaye
Derd û kulên vê dinyaya mezin
Bilind bûne ber min wek kelaye
Sewda li nav serê min dixîne
Nav dilê min pêre dişwetîne
Xwedê nede serê tu kesane
Hindirê min tev kirye birîne
Bi rastî yar wê wek dara gûze
Ji bo min ew rihan û nirgize
Ez sond duxum bi navê Xwedê
Wele nadim bi sed hezar qîze
Yar xezale ew dayîka karan
Di paşilê de cotê henaran
Ji bona te ez tî û birçîme
Devê minke tu cotê henaran
Ji bo min tu gula Mihemedî
Germa havînê tu av cemedî
Sondan duxum tu çavan ew nedî
Tu gula ser çiyayê serhedî
Rûyê te ji bo min wek zozane
Sîng û ber wek êmîşê bistane
Ez sond duxum bi navê Qurane
Ez te nadim bi hem û cîhane
Rûyê teyê gulover wek heyvê
Çar hawêr rohnî dike bi şevê
Were tu min biçêrîne delal
Li ser sîng û gep û dev û lêvê
Seydayê Curnêreş de ha meke
Were dilê xwe ji minre weke
Bi sîng û berê xwe yê kalê gewr
Êdî bese tu min bi wan şake.
Mehmet AYDOĞDU
23.05.2018 - 15:45 / Çarşem
Köln / Almanya