DIL BÛYE
Jiyana minê wendaye
Dil ji derdanre deryaye
Min fam nekir çi sewdaye
Serê min bûye belaye
Dil bûye derya xemane
Cîhan li min kir zîndane
Aqil serê min nemaye
Nav xelkê de bûm/ mam nezane
Dil bûye derya kulane
Nav dilê min rakir jane
Hindirê min rakir jane
Were tu bibe dermane
Xilaske ji van halane
Xilaske ji van kulane
Dil pêl dide weke derya
Nava dilê min xweşiya
Çend rojin bi torê ketim
Weke mînaka mahsiya
Dil weke deryaya reşe
Siûda min tew/ qet nameşe
Ji derdê xezala çiyan
Seyday Curnêreş nexweşe.
Mehmet AYDOĞDU
15.05.2018-20:10 / Sêşem
Köln / Almanya