Di derî de rûniştî keça zaliman
Hember min sikinî davêje çaliman
Çima li min ha dikî tu keça filan
Were dil dermanke tu şake vî dilî
Nizanim çi bikim keçê Ji derdê te
Sebra min nayê canê wele qet bê te
Hesreta te ji bo min wek agir pête
Were dil dermanke tu şake vî dilî
Dermanê dilê min tenê li ba teye
Carek binêr ka bêy te kiyê min heye
Va berxwedana canê tev sewa teye
Were dil dermanke tu şake vî dilî
Dilê birîn ji bona te nale nale
Wele rindê halê min qet ne tu hale
Derdê te li dinyayê ez kirim kale
Were dil dermanke tu şake vî dilî
Dilê min birîne birîn a bê derman
Keça zaliman li min rakirye ferman
Bi ser minde hate xar tev erd û ezman
Were dil dermanke tu şake vî dilî
Seydayê Curnêreşim dil birîndarim
Li welatê xerîbiyê der bi derim
Bi şev û roj li dû rinda xwe digerim
Were dil dermanke tu şake vî dilî.
Mehmet Aydoğdu
18.02.2018 -19:40 Yekşem
Münih / Almanya