DIL DIXWEZE
Dil dixweze te bibîne
Ev dil sewa te birîne
Were halê min binêre/mêzeke
Te ez kirim har û dîne
Ev dil benda te xirabû
Janek giran ji dil rabû
Sewa çavên reşû belek
Jiyana min tev wendabû
Ev dilê min nale nale
Min fam nekir ev çi hale
Sewa eşqa te delalê
Bi şev û roj kûr dinale
Ev dilê min xwîn digriye
Bêy te kesî nabîniye
Yar dûra min direviye
Nizam min pê çi kiriye
Dilê Seyday Curnêreşe
Sewa te xwîn vedireşe
Keçê bextê minî reşe
Siûda/taliha min xweş nameşe...
Mehmet AYDOĞDU
14.04.2019 - 01:47
Yekşemî
Köln / ALMANYA