DIL EVÎNDARÊ TEYE
Dil evîndarê teye
Bê te kesêm tuneye
Çavê mil rêya teye
Jiyan bê te wendaye
Jiyan bê te wêrane
Bê te dinya zîndana
Şev û rojêm fîxane
Min nema rih û cane
Dil bê te perîşane
Derdan kirim nezane
Derdêm keça kurdane
Jiyan bê te talane
Dil sewa te birîne
Bo te dike qêrîne
Navê te pirr şêrîne
Ez kirim har û dîne
Jiyan bê te nexweşe
Seydayê Curnêreşe
Kezewam kire reşe
Dil sewa te nexweşe
Mehmet AYDOĞDU
06.07.2019- 18:05
Şemî
Köln / ALMANYA