DILÊM BÛYE AGIR
Dilêm bûye agire
Sewa te venamire
Were binêr zalimê
Çavên min şire şire
Navê te pir şêrîne
Ez kirim har û dîne
Dilê min bûye bilbil
Li ser gulan dixwûne
Dilêm paresekê teye
Ji bona te kor bûye
Lê xayînê sewa çi?
Agir dilêm xistiye
Agirê nav dilê min
Ji dest nema halê min
Wê zalima gawir bav
Belakir pergala min
Nava dilê min agir
Çawa dikim venamir
Ji bo eşqa delalê
Seyday Curnêreş jî mir.
Mehmet AYDOĞDU
03.01.2019- 12:50
Pêncşemî
Curnêreş /Hîlwan
Riha/Şanlıurfa