DILÊ MIN BIKE GEŞ
Bi yekva terikandim û çû
Çû, ji ber çavên min wenda bû
Wexta rêndê ez terikandim
Jan ji nava dilê min rabû
Janê xwe berda nav dilê min
Bêy te nemaye tu halê min
Hate wêrankirin malê min
Bêy te wê çawa bê sebra min
Wendakir rûyê wek şemama
Hêstrê çavan wek herdû çema
Dil bûye derya kul û xema
Sebr, tebata min niva nema
Li dinya ronik wenda kirim
Ji derdên te ez der bi derim
Heta tu nayê venagerim
Bi çûyîna te ezê bimrim
Jiyana bêy te ne jiyane
Evînêl min rakir fermane
Werej dilre bibe mêvane
Bila derbasbe êş û jane
Bila derkeve êş û jane
Ji bona te dil nale nale
Carek mêzeke ev çi hale
Carek binêre ev çi hale
Di hindirê van çend rojande
Delalê te ez kirim kale
Êş û jana Seyday Curnêreş
Dinyaya min kir tarî û reş
Cîhan li min kir tarî û reş
Gul û rihan, sosin û binefş
Bes were, dilê min bike gel.
Mehmet AYDOĞDU
14.05.2018- 15:58 /Duşem
Köln / Almanya