DILÊ MIN
Ax lo dilo dilê min
Bêy te nema halê min
Agir berdan dilê min
Çilmisandin gula min
Gulam rihan sosine
Tu kes weke wê nine
Ew xemla baxçê mine
Weka hingiv şîrine
Zelale weka şîre
Bi rastî keça mîre
Wexta çavên min lêket
Jêre/pêre bûme hêsîre
Hêsîrên çavên teme
Aşiqa navê teme
Wexta tu bibî ya min
Ez zavê bavê teme
Were xezala çiya
Te nadim bi horiya
Li hember min duxwûne
Delal weke mariya
Delal wek roja zere
Kezebam derxist dere
Qurbanê were mere
Bese li min vegere
Bêy te rojên min reşin
Ji derdan pir nexweşin
Were destên min bigre
Heta heta bimeşin
Seyda ji Curnêreşe
Jiyan bêy te ne xweşe
Were nav jiyana min
Dilê min bike geşe.
Mehmet Aydoğdu
14.05.2018-02:46
Duşem
Köln/ Almanya