DILCÎGERAM
PÊRE DÊŞE
Çima stû yê xwe xar kir
Barê giran li min bar kir
Te mala xwe li vir bar kir
Dilêm tije kul û jar kir
Tu serê xwe bilind rake
Tu caran histî xar meke
Hêstrê çavên xwe ro meke
Dil cîgeram perçe meke
Min got serê xwe bilind ke
Hêvî ji Xwedê qut meke
Rûyê bi ken tu tirş meke
Dilê dijminan şa meke
Serî bilind rû bi kene
Çavên bi kil dest bi hene
Rûyê te bo min gulşene
Jî minre tu tim bikene
Dibê Seyday Curnêreşe
Serêm nehişt mijî hişe
Xist nav dilêm kull û êşe
Dil cîgeram pêre dêşe.
Mehmet AYDOĞDU
18.04.2020 -18:26
Şemî
Mamak / Ankara