DINYA LI MIN
ZIVISTANE
Dikim nalîn û axîne
Yar kûr bûye min nabîne
Ev çi eşq û çi evîne
Mirov dike har û dîne
Dinya li min zivistane
Ser serê min mij dûmane
Ji xelkêre çîk sayiye
Ji minre berf û barane
Ji derdan dikim heware
Bi ser minde berf dibare
Di nav xelk û alemêde
Tenê ez mame bê pare
Lê nizam çima bêparim
Sewa rindê zare zarim
Bi şev û roj lê guhdarim
Wele bê rindê nikarim
Jiyan bê te gelek zore
Xistim nav agirê sore
Weke masiyên nav golan
Te ez xistim nava tore
Wele pirrê bi şewate
Jiyan bê te ne heyate
Dilê rezîl qet fam nake
Çawa dikim natewite
Dilo çima tu ha dikî
Carek tenê min fam nakî
Jiyana min xira dikî
Pergala min bela dikî
Mebêjin eva çi derde
Ez xistim nav kul û derde
Ketim bextê te û Xwedê
Bese yaxa min tu berde
Seyday Curnêreş nezane
Şev û roj dike fîxane
Qurbana/goriya çavên reş belek
Ji minre bibe dermane.
Mehmet AYDOĞDU
10.01.2020 – 03:05
Înî
Köln / ALMANYA