DORA GUND
Ez dihatim nava gunda
Wêda dihat qeflê rinda
Ez kê pêçkim qeflê rinda
Min ew rinda dît û şinda
Nav gunda bi dar û bere
Yara min di navre dere
Were bi destê hev bigrin
Herin kahnyê beranbere
Dora gund tev deşt û dûze
Bi hevketin xort û qîze
Yên ku mirazê xwe nabin
Kerr û kûre qet nabîze
Dora gund bi darê biye
Yaram dane ser hewiye
Qurbana weme mepirsin
Mebên çima tu digriye
Dora gund bi darê sêva
Tev meşiyan herdub rêva
Keçê carê bervam were
Ez ramîsim gep û lêva
Bejna zirav şitla dara
Porê reş kulorê mara
Ar di mala daykankeve
Qîz xadîkir ji xelkêre
Roj çû ava dîsa şeve
Berf û baran hûr hûr dave
Yên zarokan dişewtînin
Sedema wan dê û bave
Seyday Curnêreş bes mekin
Evîndaran ji hev mekin
Xwedê mala wan bişewtîne
Yên destên wan ji hev dikin.
Mehmet AYDOĞDU
18.02.2018 – 14:30
Yekşemî
Münih / ALMANYA