DORA RIHA
Dora Riha tev çiyane
Alyek deşte yek zozane
Sîng û berê yara delal
Bo min êmîş û bîstane
Were were gawir bavê
Li min sot dil û hinavê
Lê çawa dikim û nakim
Carek naşîne slavê
Dora Riha tije reze
Lê diçêrin keryê peze
Qedera min û delalê
Îro şinda bûye ferze
Dora Riha deşt û dûze
Bi hevketin xort û qîze
Wê ez kuştim û helandim
Weke rûnê di nav hîze
Dora Riha yê tev dare
Derim û têm car bi care
Nexweş ketim dike bimrim
Sedema min zalim yare
Seyday Curnêreş çû Riha
Çavêm girî nabin zuha
Wela delal pirr şêrîne
Ber dilê min qedir buha..
Mehmet AYDOĞDU
05.05.2021 - 15:00
Şemî
Mamak / Ankara