ERÊ RINDÊ
RINDA MIN
Erê rindê rinda min
Delal poz bilinda min
Him fener û finda min
Li bajar û gundê min
Xezala deştû çola
Tu keybanûya mala
Wê ez kuştim helandim
Bêbexta/zalima keça fila
Erê rindê rinda min
Delal poz bilinda min
Him fener û finda min
Li bajar û gundê min
Têd bêy bi rastî roje
Ez kirim kerr û gêje
Qurbana te Xwedêyo
Bo min tiştek bibêje
Erê rindê rinda min
Delal poz bilinda min
Him fener û finda min
Li bajar û gundê min
Lêvên teyên şekerî
Wa rûyên xay henarî
Wele har û dîn kirim
Herd û guliyên zerî
Erê rindê rinda min
Delal poz bilinda min
Him fener û finda min
Li bajar û gundê min
Nexweş kirim wan lêva
Şekir û hingiv pêva
Hiş û aqlê min nema
Ji bo wan herd û sêva
Erê rindê rinda min
Delal poz bilinda min
Him fener û finda min
Li bajar û gundê min
Seyday Curnêreş dubê
Bêy te tiştekî nabê
Çend salin benda teme
Bo xatirê Xwedê bê
Erê rindê rinda min
Delal poz bilinda min
Him fener û finda min
Li bajar û gundê min.
Mehmet AYDOĞDU
09.08.2014 - 11.40 Şemî
Gençlik Parkı
ANKARA