EŞA SERÊ MIN
Serêm dêşî, rabû jane
Dinyaya min kir zîndane
Lomedarno loman mekin
Derdê rindê pir girane
Êşa serêm daye nav dil
Dil kezewam tev bûye kul
Eşqa te min rê wendakir
Bi destên vala, bi çavên şil
Êşa serê min da navê
Ez dîn kirim bejn ziravê
Şaş bûme ez kuda herim
Ji destê wê zalim/gawir bavê
Êşa serê min da cane
Çi derdekî bê dermane
Yên dikşîne tenê zane
Derdê dil çiqas girane
Were rindê were rindê
Bejn zirava bejn bilindê
Li şûna soza min û te
Tenê têye dengê kunde
Êşa serê min çi êşe
Dil kezewam pêre dêşe
Evîn û hesreta yarê
Dîn kir Seyday Curnêreşe.
Mehemet AYDOĞDU
09.01.2012 - 20:50
Sêşemî
Akdere - Mamak
ANKARA