Ev helbest; Jî bo evîna Pîrcan û Emînê ji bo daxweza merivê minî qedir bilind Ebdilqadir hatîye nivîsandin.
EVÎNA BI DIZÎ
Dilê min kete wê bejna zirav
Rojek min neşand bi tere slav
Wê li min sotin tev dil û hinav
Evînê li min sitand herd û çav
Ev çi evîne evîna dizî
Wele diqîrim kes min nabîzî
Ez zewicîme emo tê qîzî
Virxûnê çima dilê min dizî
Navê te şêrîn bo min emîne
Eşqa te kirim ez har û dîne
Dem zivistane bo minhavîne
Evîna te dilê min dêşîne
Emîne nizam te li min çi kir
Deriyê derdan te li min vekir
Dilê xwej tere wele venekir
Pergala min lîlo, te belakir
Şev min ne şeve,roj min ne roje
Eşq û evînê ez kirim gêje
Pîrcan ji bo te hêstran dirêje
Emo bes were tiştek tu bêje
Bejna te zirav rengê tr esmer
Evîna emo kirim der bi der
Navê te şêrîn min kire ezber
Were bide min sîng û berên gewr
Seyday Curnê reş evîn ne hale
Kesên evîndar ew kerr û lale
Xelk tevî şade ewa dinale
Ji bo wî derek ne war û male.
Mehmet AYDOĞDU
17.12.2020 - 20:34
Pêncşemî
Mamak / ANKARA