EZ BÛME EDÛL
TU JÎ DEWRÊŞÎ
Delala şêrîn gula baxçanê
Serê xwe rake ez bi qurbanê
Carê mêzeke/binêre tu rih û canê
Ji bo çi dikî hewar fîxanê
Çima nizanî tu şêrê çiya
Bala xwe bide zozan geliya
Rûyê min nagre şerm û fediya
Tu nabînî halê bêxwediya
Delalê zanim derd pirr girane
Wele ew ne karê henekane
Barê me barek, gelek girane
Bi rastî jiyan,ne tu jiyane
Delalo zanim hal ne tu hale
Dilê min kûr kûr, her tim dinale
Ez bûme pîr, tu jî bûye kale
Emê kînga bibin xwedî male
Delala şêrîn meke heware
Çavên reş belek nebûme têre
Biskên herîrî gulyên wek zêre
Min bi wan şake destê sibêre
Qurban delalo sebra dilê min
Bo te fedaye rih û canê min
Were tu şake carê dilê min
Ji te helalbe sîng û berê min
Rindê zanim xezala çiyanî
Dilê minre tu zûde mêvanî
Şevên tarîde heyva çardanî
Derdê giranre wele dermanî
Serêm bi tere her tim bi qurban
Sond duxum ez bi Xwedê û Quran
Bêy te nabînim kesî li cîhan
Bo te fedaye eva rih û can
Seyday Curnêreş kire dîwane
Mal û milkê me tev bû wêrane
Derdê evînê bûye ozane
Her tim xwediyê derd û kulane
Ez bûme edûl tu jî dewrêşî
Şer û cengande tu tim serkêşî
Zanim tu Seydayê Curnêreşî
Derd û kulanre her tim barkêşî
Mehmet AYDOĞDU
24.09.2018-23:10 / Duşemî
Köln / Almamya