EZ BANG DIKIM
TU NABÎZÎ
Ez bang dikim tu nabîzî
Min nizabû ku tu dizî
Li zalimê gawir bavê
Çima te dilê min dizî
Ez bang dikim tu li kûyî
Ber çavên min wenda bûyî
Te ar bi bedena min xist
Terikandim kuda çûyî
Bêy te nizam kuda herim
Bi roj û şev te digerim
Seran serê dinyê geryam
Tu der neman lê bigerim
Ez bang dikim tu tuneyî
Tu cuhûyî an fileyî
Dilê minre tu biharbûy
Min nizabû tu çileyî
Ez bang dikim nav cîhanê
Kanê delala min kanê
Nizam çima li min ha kir
Te zalima bê îmanê
Lê zalimê bê îmanê
Ez bang dikim refê rinda
Delala min bûye wenda
Wele ezê li vir herim
Nasekinim îro şinda
Bang dike Seyday Curnêreş
Min wenda kirye gula geş
Ez şaş bûme kuda herim
Dest yara wek gula bi neqş.
Mehmet AYDOĞDU
09.07.2018 - 01:26
Duşemî
Köln / Almanya