EZ BIMIRIM
Ez bimirim ez bimirim
Sewa yarê ez bimirim
Ji min standin dane xelkê
Bi çavên şil dû dinêrim
Çiya bilind dor bi dare
Roj çû ava min pir sare
Derdê xelkê mal û milke
Derdê min jî tenê yare
Ez bimirim ez bimirim
Sewa yarê ez bimirim
Ji min standin dane xelkê
Bi çavên şil dû dinêrim
Çiya bilind rê di berda
Sewa te emir/jiyan bi derda
Bi şev û roj ez dinalim
Ez xistim nav kul û derda
Ez bimirim ez bimirim
Sewa yarê ez bimirim
Ji min standin dane xelkê
Bi çavên şil dû dinêrim
Çiya bilind mij dûmane
Tere tine bext ûjdane
Lê zalimê gawir bavê
Ez xistim nava derdane
Ez bimirim ez bimirim
Sewa yarê ez bimirim
Ji min standin dane xelkê
Bi çavên şil dû dinêrim
Çiya bilind xemiliye
Seyday Curnêreş digriye
Nizanim gunê min çiye
Min hez kir xelkê biriye
Ez bimirim ez bimirim
Sewa yarê ez bimirim
Ji min standin dane xelkê
Bi çavên şil dû dinêrim
Mehmet AYDOĞDU
23.02.2019-19:30
Şemî
Koln / ALMANYA