EZ DÎN KIRIM
BERDAM ÇOLAN
Weke horiya biheştê
Xezala zozan û deştê
Bîhna biskên te çi xweş tê
Ez dîn kirim berdam çolan
Bo min dayîna Xwudayî
Wan çavên teyên kildayî
Guliyên teyên badayî
Ez dîn kirim berdam çolan
Porê teyî henekîrî
Wan biskên teyên şekirî
Lêvên bi rastî şekerî
Ez dîn kirim berdam çolan
Paşlêde cotê henara
Bejna zirav weke dara
Guliyên mor weke mara
Ez dîn kirim berdam çolan
Bejna zirav dara çamê
Wê tema şekirê şamê
Hatin çûyîna hemamê
Ez dîn kirim berdam çolan
Dîn kir Seyday Curnêreşe
Meşa qitikan dimeşe
Rinda bedewê çav reşe
Ez dîn kirim berdam çolan.
Mehmet AYDOĞDU
30.01.2019-17:28
Çarşemî
Köln / ALMANYA