EZÊ HERIM
Ezê herim ezê herim
Bi sond ezê li vir herim
Sond duxum bi çar kitêban
Niva li te venagerim
Ber dilê min keyserînbûy
Ji nav baxçan minre gulbûy
Tu dizanî çi qewimî
Min çi kir nekir tu nebûy
Ezê herim pir dûra te
Xeman nakşînim sewa te
Sond duxum bi navê Xwedê
Naxwezim werim tala te/ rastî te
Ezê herim li van deran
Pêçkim zerî û esmeran
Min viqasa derd kişandin
Nikam rakim barê giran
Ezê herim dûr evînê
Zivistan bihar havînê
Ne jî demsala payîzê
Bo te naxwazim mizgînê
Ezê herim dûrî eşqê
Rijiyam wek rûnê meşkê
Te dilê min bo çi şikand
Lê dîlberê te xweşikê
Seyday Curnêreşê here
Nav cîhanê ser bi sere
Mebê delal virda were
Sond xweriye venagere.
Mehmet AYDOĞDU
30.01.2019 - 01:15
Çarşemî
Köln / ALMANYA