EZ KIRIM DÎWAN Û SEWDA
Dîsa ji ber çavên min tu bûye wenda
Nîvê şevê de şiyar dîbim di xewda
Ev can û rihê min ji bona te feda
Delalê te ez kirim dîwan û sewda
Çavên min li rêne tim li te digerin
Hêstirên çavên min sewa te dibarin
Di aliyê siûd de çima bêparin
Were destên min bigre em ji vir herin
Lê çawa dikim nakim dil qet fam nake
Derdê min girane niva nika rake
Dilê min birîne kî kane dermanke
Bese were delal carekê tu şake
Birîna dilê min gelekî yê kûre
Derdên min mezinin wek beden û sûre
Hêstrên min dibarin jê tê xwîna sore
Sewa te ez hatim keçê pir li dûra
Dilê min birîndar bîrîna pir xedar
Şev û roj dinalim sewa te car bi car
Xerîbiyê digerim ez bê cih û war
Heke tu tunebî min têxin axa sar
Sewa te dinalim nalînên pir giran
Derdên min ne yeke wele bi hezaran
Ser min de dibare her tim berf û baran
Heke tu tunebî pêçkim dost û yaran
Seyday Curnêreşim ez kirim dîwane
Çavên min kor bûne qet kesî nabîne
Wele nav dilê min sewa te birîne
Şev û roj ji bo te dikim girî, şîne.
Mehmet AYDOĞDU
27.10.2018 - 08:20
Şemî
Köln / ALMANYA