EZ NEXWEŞIM
Ez nexweşim nexweşê dilêm
Wek bilbil evîndarê gulim
Zanî kurê Rustemê zalim
Sewa te ji dil kûr dinalim
Ez nexweşim nexweşê teme
Dilê min tije kull û xeme
Tu zînî ez jî memê teme
Bi şev û roj li benda teme
Nexweşim nexweşê evînê
Dike bimrim ez vê havînê
Evîn wek atom û qurşînê
Were dermanke vê birînê
Nexweşim nexweşiya zirav
Te li min sotî dil û hinav
Bo te nasekin hêstirê çav
De ha meke bes were bê bav
Nexweşim nexweşê bê derman
Evînê li min rakir ferman
Nalînêm diçin erd û ezman
Bê te kes minre nabe derman
Keçê Seydayê Curnêreşim
Ez xulama wan çavên reşim
Ji eşqa te ez kezew reşim
Nexweşim ji bo te nexweşim…
Mehmet AYDOĞDU
14.06.2021 - 18:15
Dişemî
Bağcılar / İstanbul