EZ SÊWÎME
Eşqa te bûm har û dîne
Nava dilêm kir birîne
Her roj dikim girî şîne
Yar kor bûye min nabîne
Ez bervê çûm ew bi dûr ket
Agir bi kezewa min ket
Nav dilê min yekva derket
Yar zalimbû bi ber neket
Şev û rojêm bi girîne
Dilê min dike qêrîne
Birîn kûrim derman nîne
Yara zalim nakewîne
Evînêre ez binbarim
Derd û kulanre ez yarim
Tenê mame pir neçarim
Bêy te li dinyayê sarim
Gerandim bajar û gundan
Bêy te nabînim qet rindan
Bi minre nema rih û can
Dinya li min kire zîndan
Ez ney saxim ney mirîme
Weke marê nîvkuştîme
Dûrî yarê ez sêwîme
Nizanim bo çi xwûnîme
Xwûnî kir Seyday Curnêreş
Her tim xwadiyê bextê reş
Yara wek sosin û binefş
Carê dilê min nekir geş.
Mehmet AYDOĞDU
31.07.2018 - 10:55 / Sêşemî
Köln / Almanya