EZ WESTIYAM
Derdê dinê ez westiyam
Nav cîhanê pir geriyam
Sewa te ez pir giriyam
Wele êdî pir westiyam
Hatim dinya xizaniyê
Xêr nedî ji ciwaniyê
Bi min girtî nexweşiyê
Wele niva pir westiyam
Çi dinyaka pir mezine
Derdê xwe tev dane mine
Ji dest wê halê min tune
Wele êdî pir westiyam
Ji bo çi viqas şêrîne
Her kesî ew dixwepîne
War bi war min digerîne
Wele niva ez westiyam
Kes naxweze biterkîne
Ji bo dû xelkê nemîne
Bi şev û roj xwe dêşîne
Wele êdî ez westiyam
Cîhan şabû, ez digriyam
Li dû dinyayê reviyam
Di nav agir da xwaşiyam
Wele niva ez westiyam
Gelek pêxember hatinê
Nexwepiyan bi vê dinê
Gelek mirov çûn li tinê
Wele êdî ez westiyam
Seyday Curnêreş westiya
Dinya xana du deriye
Dora kê tê ew deriye
Wele niva ez westiyam.
Mehmet AYDOĞDU
26.12.2018 - 18:00
Pêncşemî