GAWIR BAVÊ
Fîstanê sor li xwe dike
Bejna zirav li ba dike
Ber mala mere mêl dike
Dilê xwe bi min şa dike
Were were gawir bavê
Li min sotî dil hinavê
Fîstanê sor çi lê têye
Çavê minî li bejnêye
Di mêj de ew wenda bûye
Nizanime li ku têye
Were were gawir bavê
Li min sotî dil hinavê
Fîstanê sor dihejîne
Bi çavan min dixwepîne
Wele ewa pir şêrîne
Xemên dilan direvîne
Were were gawir bavê
Li min sotî dil hinavê
Fîstanê sor bi rêşiye
Dilê min bo te dêşiye
Bi çûyîna fîstan sorê
Cîgera min dixweşiye
Were were gawir bavê
Li min sotî dil hinavê
Fîstanê sorî bi neqşe
Dîn kir Seyday Curnêreşe
Were dest di destên minke
Bila kêfêm bibe xweşe
Were were gawir bavê
Li min sotî dil hinavê..
Mehmet AYDOĞDU
17.05.2018 - 20:50
Pêncşem
Köln / Almanya