GULA BI ÇÎN
Keçê tu gula bi çîn
Weke hingiv pirr şêrîn
Tu xezala çav hêşîn
Xwedê da min tu mizgîn
Şewq daye weke heyvê
Helandim zalim bavê
Eşqa tere ez mirim
Bes were lêv hingivê
Rûyê spî û gewher
Dev û lêvên xwe şeker
Bi rastî wek roja zer
Li min sot dil û ceger
Şêrîna wek hingiv mot
Dil û ceger ji min sot
Wele har û dîn kirim
Aqlê min kir maste mot
Aqil bi minre nema
Xistim nav kul û xema
Hêstir çavêm meşiyan
Wek ava herdû çema
Seyday Curnêreş dîne
Yar wek gula bi bîhne
Navê xwe pir şêrîne
Nadim bi mem û zîne.
Mehmet AYDOĞDU
03.06.2019 - 04:13
Duşemî
Köln / ALMANYA