GULEY
Bi şîrinî gula minî
Sedema hebûna minî
Dinya alem tev zanibe
Parçek ji nav canê minî
Guley guley guley guley
Te xweşika sebra dilê
Rûyê minêb ken menêre
Rûyêm bi ken çavêm şilê
Dinya serêm mij dûmane
Kenê rûyêm ji derdane
Qurbana teme delalê
Bes xilaskej van halane
Guley guley guley guley
Te xweşika sebra dilê
Rûyê minêb ken menêre
Rûyêm bi ken çavêm şilê
Şev û rojan ez digrîme
Te digerim nabînime
Sewa çavên reş û belek
Bi saxî ezî mirîme
Guley guley guley guley
Te xweşika sebra dilê
Rûyê minêb ken menêre
Rûyêm bi ken çavêm şilê
Seyday Curnêreş dimriye
Rindê mebê sewa çiye
Dil cîgeram perçe bûye
Bo te xwîn vedireşiye
Guley guley guley guley
Te xweşika sebra dilê
Rûyê minêb ken menêre
Rûyêm bi ken çavêm şilê..
Mehmet AYDOĞDU
25.12.2019 — 19:15
Çarşemî
Köln / Almanya