HÎLWAN
Li hîlwanê rûniştim
Bê av bûnê ez kuştim
Tîhna kezew biriştim
Li vê hêlwana rengîn
Li dû xelkê ez hiştim
Hêlewanê bi gire
Çavê min rê dibire
Bang dikim şaredaran
Avêl ser me mebire
Hêlewanê şêrîne
Kî tê me dixwapîne
Ji tîhna dike bimrim
Kezewa min birîne
Hêlewanê bi dare
Ji tîhna her tim sare
Tine buna vê avê
Kulek gelek xedare
Hêlewanê ber ave
Milet hesreta ave
Were binêr halê me
Dike bimrin bê ave
Çar alîyê me ave
Lê em mane bê ave
Gelê hêlwana rengîn
Îro hesreta ave
Gelo bese şîyarbin
Bi hevdureb dostû yarbin
Sed sala bîstan borî
Lê çawa hun bê av bin
Seyday Curnêreş Hîlwan
Ew ji min re rih û can
Milet ji bê av bûnê
Tevda bûye perîşan
Mehmet AYDOĞDU
25/03/2015-20:50
Çarşem Mamak-Enqere