HÊSTRÊ MIN
BÛN DÎJLE FERAT
Ma tu halê min nabînî
Sewa çi tu min dêşînî
Tu çi bînî serê min jî
Ber dilê min pirr şêrînî
Lê nizanim çima ha kır
Nav dilê min tije kul kir
Nizanim min bi te çi kir
Te pergala min belakir
Min got nabe wele nabe
Rindê qurban hanî nabe
Îro şinda min mêşîne
Bila kes bime şanebe
Tu duayî an nifirî
Şev û roj dikime girî
Were halê min mêzeke
Ev dil sewa te buhurî
Ser serê min berfek barî
Roj li min kir şeva tarî
Nizanim gunê min çi bû
Li dinê kirim dil sarî
Erê rindê rinda minê
Tu sebr û solixa minê
Wele ez te jî bîr nakim
Heta saxbim li vê dinê
Seyday Curnêreş ha meke
Rindê serî li min rake
Hêstrê min bûn dijle ferat
Bese were êdî pake.
Mehmet AYDOĞDU
04.12.2019 — 20:46
Çarşemî
Köln / Almanya