Ez ketime rêyeka dûr
Çawa dikim ez nagême
Çar alyê min beden û sûr
Nizanim ji kêre bême
Hawêrdor çeqel û gurin
Bi roj û şev tim dizûrin
Nê bîra wana qet mirin
Nizanin ew li ku têne
Dilê wan bi kîn û hêrse
Paşe roja xwe napirse
Nizanin kes ne bêkese
Xwedê yê li wan bipirse
Hinek wek seyan diewtin
Bê eslin û bê miletin
Diewtin tew natewitin
Ji bêy xwe kesî nasnakin
Çavên wana kê dibirin
Bi dengên bilind diqîrin
Dixwezin pêşî bibirin
Hesabê Xwedê bîrdikin
Seyday Curnêreş dizane
Buhayê wan pirr erzane
Wanre tune ol/dîn îmane
Bi xwejî vayê dizanin.
Mehmet AYDOĞDU
12/05/2022 - 10:20
Pêncşemî
TRT ORAN-ÇANKAYA
ANKARA