HETA SAXBIM
JI BÎR NAKIM
Bê te tu kesî nas nakim
Welel kesî mêze nakim
Sond duxum bi navê Xwedê
Heta saxbim ji bîr nakim
Bê te tema jînê tune
Niva nema xêra mine
Jiyana ku tu tunebî
Dinya tê hev serê mine
Bê te jiyan pirr xirabe
Heroj ji minre ezabe
Bê wê bejna teyê zirav
Dil bi kesî qet şa nabe
Jiyana bê te zîndane
Bi minre nehişt rih cane
Carê halê min binêre
Te ez kirim perîşane
Bê te dinya tew ne xweşe
Jiyan bê te qet nameşe
Ditirsime ku ez bimrim
Bi hesreta çavên reşe
Bê te dinya min tariye
Rûyêm bê te nakeniye
Lomekarno loman mekin
Bİ rastî rindam horiye
Bê te jiyan tew ne xweşe
Nava dilê min pirr dêşe
Wan çavên tey reş û belek
Dîn kir Seyday Curnêreşe.
Mehmet AYDOĞDU
04.12.2019 – 15.04
Çarşemî
Köln / ALMANYA