HORIYA BUHEŞTÊ
Tu horiya buheştê
Xezala zozan deştê
Weke gul û rihana
Bêhnek çi xweş ji te tê
Tu seroka horiya
Pêşenga nav mariya
Bila Yezdan/Xwedê şahidbe
Nagharim bi zeriya
Serbaşa ser horiya
Seroka şahbanûya
Dinya alem tev zane
Nadim bi keybanûya
Tu xezala zozanan
Wek stêrkal ezmanan
Tu caran ji bîr nakim
Helbesta ser zimanan
Helbesta zimanê min
Xwîna nava dilê min
Sond duxum bi Quranê
Çerx dibe nav kezyê/tamarê min
Perçek ji nav canê min
Ji bo Seyda tu gulî
Li Curnêreş xemilî
Guh bide vî bilbilî
Ji minre sebra dilî..
Mehmet AYDOĞDU
06.01.2020 – 12:54
Duşemî
Köln / ALMANYA