IDIR
Idire çi welate
Wele jîn û heyate
Deşt û çiya zonanin
Bi rastî wek cinete
Bi baxçe û mişmişe
Temê şêrîn û tirşe
Kurd û Azerî Tirkin
Tev bi hevre dimeşe
Idir çi xweş bajare
Çemê arasê dere
Xweşya çiyay Agirê
Xûya dikel hembere
Çiqas xweşe Tûzluca
Wêda tên colê keça
Nav bajarên serhedê
Idir bajarek hêca
Karakoyûnlû xweşe
Bajarekî bi neqşe
Gelên li Idirê dijîn
Bi hevre pirr kêf xweşe
Aralik çi rengîne
Idir gelek şêrîne
Bedewya keçê bajêr
Ez kirim har û dîne
Idir tevda fêkîne
Tev bi rez û tirîne
Bi xox û mişmişê xwe
Weka gula bi bîhne
Hetim deşta rewanê
Jêre bûme heyranê
Wele deşta rewanê
Ez nadim bi cîhanê
Seydayê Curnêreşe
Nav kolanan dimeşe
Bi dîtina Idirê
Wele gelek kêf xweşe.
Mehmet AYDOĞDU
15.08.2016 - 15:50
Sêşemî
Di zikê/hindirê balefirêde li ezmanan.