JI BO TE YARÊ
Ezî nexweşim kûr kûr dinalim
Ji derd û kulan dîsa bê halim
Ji dûrî yarê ez ker û lalim
Li xerîbiyê bê war bê malim
Bejna te zirav dara çinarê
Ker û lal kirim wele te yarê
Qurbanim yarê bes were carê
Xerîbîj minre ew bûye parê
Qurbanim yarê ji min tu dûrî
Zanim weke min tu bê huzûrî
Nava dilê min bêy te buhûrî
Tu jî mîna/weke/nola/fena min dil birîn kûrî
Yar nalînên min tev sewa tene
Wele rûyê min bêy te nakene
Niva min bîr kir porê bi hene
Rindê tunebî boy min kes tune
Ji dûrî yarê ez çawa şabim
Çogên min nagrin ji erdê rabim
Lê çawa dikim ez bêy wê nabim
Bi hesreta wê dil bi kebabim
Ji bo te yarê dil bi evînim
Bi şev û rojan axîn nalînim
Çavên xwe herdem te digerînim
Çima tuneyî ez te nabînim
Ez te nabînim yarê tu deran
Jiyan ji bo te tev bûye wêran
Heroj derime mizgeft û dêran
Wele nabînim tu xwedî xêran
Seyday Curnêreş dîsa dil dêşe
Heya tu neyê ewê tim bêşe
Aqil wendakir mame bê hişe
Nava kolanan bûme derwêşe.
Mehmet AYDOĞDU
18.10.2018 - 03:45 / Pêncşemî
Köln/ Almanya