JI MINRE
BIBE KEWANÎ
Mid got qey tu gogercînî
Kevokeka per bi çînî
Min nizanbû tu xayînî
Di mêjde min dixwepînî
Min digot qey tu qulingî
An şêr î an jî pilingî
Min nizanbû tu zalimî
Xort ên delal wenda dikî
Min digot kewa gozelî
An ahûyî an xezalî
Min nizanbû tu fesadî
Weke beko ewan çalî
Min digot qey tu bilbilî
Wek min evîndarê gulî
Ji bo min her tim xeyalî
Ji minre bibî bermalî
Bo Seyday Curnêreş canî
Tu him avî him jî nanî
Were bi destên min bigre
Ji minre bibe kewanî.
Mehmet AYDOĞDU
30.01.2014 - 08:15
Pêncşemî
Akdere - Mamak / ANKARA