JIN
Jin ji bo me jiyan e
Kulîlka nav baxçan e
Ji beratê Qur’an e
Him dayîka însan e
Jin dilande siltan e
Bawerî û îman e
Dotmîra nav qesrane
Ew dayîka cîhan e
Jin bi rastî şepale
Pirr xweşik û delale
Carna kûr kûr dinale
Xezala deşt newale
Jin bi rastî jiyane
Keybanûya malane
Wek stêrkal ezmane
Şewq dide nav cîhane
Jin hevser û dayîke
Pirr kibar û nazike
Him dixe, him ra dike
Her dem dilan şa dike
Jin li dinyê mizgîne
Weka gulan bi bîhne
Yên kor jinê nabîne
Wek alaya rengîne
Jin her dem rûmete
Weka ava qudrete
Rastî û heqîqete
Ji kesan nake minete
Jin li ezmanan rojeh
Ew buhûşte ne dojeh
Yên qedrê wan nizanin
Bi rastî ker û gêje
Jin her dem çêkerin
Şev û roj der bi derin
Şahbanû û dîlberin
Rastiya xwe digerin
Seyda dibê jin gulin
Wele ew sebra dilin
Gelek mirov weke min
ji bo jinê dil bi kulin
Pîroz e weka Qur’an
Ew taca serê însan
Keyserîna nav malan
Weka Belqîza Siltan
Him jine, him dayîk e
Li esmanan stêrk e
Der dorê ronî dik e
Pergalê ava dik e
Lê çi bikim bindest in
Mêr ji wanra ser dest in
Li her derî bi hest in
Dest zarokan diwestin
Derdê dinyê dikşînin
Rojê xweş qet nabînin
Ji bo mêran mizgînin
Talanan vedgerînin
Jin nîmetê Xwedan e
Xweda ji bo me dan e
Yê qedrê wan nizan e
Herdû dinya poşman e
Seyda dibêj bo jina
Wek stêrka esmana
Li Curnêreş dîwan e
Ez bi goriya wana
Mehmet AYDOĞDU
25/02/2011 – 14:25
Şemî – Kızılay
ANKARA