JIYANA MIN KIR TALAN
Îro dîsa bûm hêsîrê xûrbetê
Wexta min dît pêre dilê min ketê
Wele nadim te bi ava qudretê
Ji bona min tuyî ava qudretê
Bese were min derxe ji van halan
Evîna te jiyana min kir talan
Jiyana bêy te zanim ne jiyane
Eşqa te îro kirime dîwane
Li kolanan dizîvrim wek perwane
Bese were min derxe ji van halan
Evîna te jiyana min kir talan
Heliyam ji dest agirê evînê
Dike bimrim vê demsala havînê
Were ser min qurbana te şêrînê
Bese were min derxe ji van halan
Evîna te jiyana min kir talan
Ber çavên min weke ava zelalî
Xwedê şandî bona min tu xezalî
Were ji minre tu bibe bermalî
Bese were min derxe ji van halan
Evîna te jiyana min kir talan
Rûyê te ji bo min wek heyva çarda
Şevên tarî ser minde te şewq veda
Tu jî zani Xwedê bona min tu da
Bese were min derxe ji van halan
Evîna te jiyana min kir talan
Evînê ez xistim nav kul û derda
Ji bo te min dest ji jiyanê berda
Were xilaske tu min ji van derda
Bese were min derxe ji van halan
Evîna te jiyana min kir talan
Zimanêm nagere ji şîn û girî
Sond duxum ji bo min tu wek agirî
Çawa dikim nakim qet venamirî
Bese were min derxe ji van halan
Evîna te jiyana min kir talan
Min hezkirî bi rastî, ne bi şaştî
Dil ji bo te min kir kelek û keştî
Ji bona min him zozanî him deştî
Bese were min derxe ji van halan
Evîna te jiyana min kir talan
Wan çavên te weke çavên xezalan
Şewitandim, jiyana min kir talan
Ji bo te min wendakir rêya malan
Bese were min derxe ji van halan
Evîna te jiyana min kir talan
Diherikî weke ava kahniyan
Dimeşî tu weke ava kahniyan
Sîng û ber ji minre wek deşt û zozan
Te nadim bi şahê keça pêriyan
Bese were min derxe ji van halan
Evîna te jiyana min kir talan
Seyday Curnêreş ji bo te xembare
Bejna zirav ji ber çavên min nare
Germa havînê ji bo çi min sare
Bese were min derxe ji van halan
Evîna te jiyana min kir talan.
Mehmet AYDOĞDU
16.05.2018-11:20 / Çarşem
Köln / Almanya