KEÇÊ DÎN KIRIM
Keçê ne dînim
Ez bi evînim
Sewa wan çavan
Ez dil birînim
Keçê dîn kirim
Ez kuda herim
Heke te negrim
Ezê bimirim
Keçê ha meke
Li min mêzeke
Dilê minî kul
Tu perçe meke
Keçê bes were
Dûrî min mere
Çavê min herdem
Li te digere
Keçê pirr rindî
Bedew û cindî
Sond duxim rindê
Xezala gundî
Seyday Curnêreş
Te kir kezew reş
Ew dike bimre
Ji bo çavên reş.
Mehmet AYDOĞDU
12.12.2019 — 22:19
Pêncşemî
Köln / Almanya