KEÇ Û LAW
Keçê tu çiqas xweşî
Pirr bedewî çav reşî
Xweşikî toprihanî
Ne Xerîbî,ne reşî
Lawik tu jî wek minî
Evîna dilê minî
Bi hesreta te mirim
Çima tu min nabînî
Wele ez te dibînim
Derdan ser te hiltînim
Wer bala xwe bide min
Hêstiran dibarînim
Hêstirê min cîhane
Ewa ne yê nihane
Nexweşim kûr dinalim
Evîn pirrê girane
Dan çav û gerdenên te
Wan ken û nêrînên te
Nav dilê min derxistin
Ezê bimrim sewa te
Ez jî wek te dinalim
Nexweşim pirr bê halim
Sond duxum bi quranê
Mirna tere hevalim
Were rûne li ba min
Cihê tel ser serê min
Hebûnû sitara min
Tu histûna mala min
Sonda min navê Yezdan
Bêy te narim ber malan
Qedera ku bêy tebe
Çêtire axa gornan
Seydayê Curnêreşim
Ez bi te pirr kêf xweşim
Were destên min bigre
Hêdî hêdî bimeşin
Nav şêrîno Seydayo
Derd me bûne peydayo
Mirazê me jî bike
Qurbana te Xwedêyo.
Mehmet AYDOĞDU
08.01.2010 - 10:20 - Înî
TRT AMED