KEÇÊN RIHA
Rind keçika rihayê
Gazî dikim ew nayê
Min ji wayê pirr hez kir
Serêm xiste belayê
Min hez kir, ji wê hezkir
Her roj rêya wê mêz kir
Ji bo keça rihayê
Hêstrên çavan min rêz kir
Keçên riha şêrînin
Weka gulan bi çînin
Tovên eşqê diçînin
Ji xortanre mizgînin
Keçên riha bi şarin
Guliyên reş wek marin
Weke dotmîra qesran
Nazik û pir kibarin
Keçên rihab xilxalin
Xweşikin çav xezalin
Wesfa wan nikam bidim
Keybanûya nav malin
Keçên riha zerîne
Zerî û çav hêşîne
Kesên wana dibîne
Nav dilên wan dêşîne
Keçên riha esmerin
Ew bedew û dîlberin
Gelek xortin rihayê
Ji dest wan derbiderin
Keçên rihayê gewrin
Weke eyûb bi sebrin
Ji ber çelengiya wan
Xort ji dilde dixewrin
Keçên riha delalin
Bi rastî şêr şepalin
Wek Seydayê Curnêreş
Bo evînê dinalin
Mehmet AYDOĞDU
03.02.2019 - 17:20
Yekşemî
Köln / ALMANYA