KEÇÊ
Keçê delalê şêrîn hevalê
Wele helandim wê çav xezalê
Keçê narînê rû bi kenînê
Evîndar kirim wê nav şêrînê
Keçê çelengê bi nav û dengë
Wele şewtandim weke poşingê
Keça rû xweşê wek gula geşê
Bi eşqa xwere kirim nexweşê
Keç weke şêre ew xwedî xêre
Bo wê geriyam mizgeft û dêre
Keçê sosinê nayê gotinê
Weke wê tinin li nava dinê
Keç li zozane li nav warane
Bi xwere kirim wele dîwane
Keç weka çûka bi xemla bûka
Were ramîsim gerden morîka
Keça xemlandî pir dike fedî
Buhûştê hatî kesan ew nedî
Keçê bi şare gulî wek mare
Xwedê ji minre bikira yare
Keç bi xeftane keça kurdane
Ji derdê minre wele dermane
Keç wek gulane sebra dilane
Har û dîn kirim berdam çolane
Keç weke heyve ew xwedî sêve
Wele şêrîne weke hingive
Keç buhrî reşe pir xweş dimeşe
Seyda serxoş kir li Curnêreşe.
Mehmet AYDOĞDU
29.10.2018 - 22:00
Dişemî
Köln / ALMANYA