KEÇÊ
Keçê rev çare nîne
Tu serê xwe mêşîne
Dinya ji xwe xayîne
Ji kesî re namîne
Gelek caran reviyam
Her dem li dû xelkê mam
Li piştî viqas revê
Li dinyayê westiyam
Nizam çawa birevim
Bi sond nikam bikenim
Ji xwe piştî çend salan
Ezê li dinyê herim
Însan ji hev direve
Him bi roj him bi şeve
Bes hev û din hemêzkin
Aqil li hev nekeve.
Seyday Curnêreş nabe
Keçê rev pirr xirabe
Kesên li xwe bireve
Jiyana wan ezabe..
Mehnet Aydoğdu
13.06.2021 - 11:10
Yekşemî
Esenler / İstanbul