KEÇKA TEZE
Dora curnêreş reze
Diçêrin keryê peze
Çibkim malê dinyayê
Derdê min keçka teze
Curnêreş tev kepire
Ez ketim nav agire
Ji bo xwetrê wê keça
Dê ecem bav gawire
Dora curnêreş çeme
Dilêm tev kulû xeme
Wele ez te nizanim
Aşiqa navê teme
Curnêreş bêrîvanê
Sîng ji minre zozanê
Din av axa pîroz de
Ez kirim perîşanê
Li curnêreş xezalî
Ji kezewê dinalî
Evînêre hembalî
Minre nebûy bermalî
Li curnêreş meşiyam
Bi hinekan êşiyam
Ji qehra wan çavên reş
Wele ez tev xweşiyam
Seydayê curnêreşim
Derdan nikam bimeşim
Tiştekî tene zanim
Li dinyê qeder reşim
Mehmet AYDOĞDU
12.04.2015-20:55
Mamak / ENQERE