KETIM HALÊ MIRIYAN
Min xwatir xast ew giryan
Ez ketim halê miriyan
Sewa şîlan û dayîkê
Hêstir çavên min bariyan
Min xwatir xast û derketim
Nizam çawa bi rêketim
Bo xwatirê pariyek nan
Dûrî malbata xwe ketim
Pirê zore va jiyana
Wek ez xistibim zîndana
Ji durî zar û zêçên xwe
Ez bûme weke dîwana
Rohnîk bê hemd têne xware
Nav dilê min zare,zare
Qurbana teme Xwedêyo
Malbatê bike sitare
Min herambû xewa şeva
Dilêm reşbû weke şova
Wele hun tevên şêrînin
Weke şekir û hingiva
Binêr Seyday Curnêreşe
Dil û cîger tev bû reşe
Wexta dûrî we ket şinda
Bi hesreta we nexweşe...
Mehmet AYDOĞDU
24.06.2019- 14:05
Köln / ALMANYA