LÊ DÎLBERÊ
Were were lê dîlberê
Tu kulîlka ber pencerê
Evîn sewda te dîlberê
Nav dilê min derxist derê
Dîlberam ji nûra Xwuda
Xwuda tu ji bona min da
Were carê te ramîsim
Rihê min ji bo te feda
Were tu dîlbera narîn
Qirik gewra gerden zêrîn
Ber dilê min tu pir şêrîn
Bi rastî wek gula bi bihn
Ji xezalan bedewtire
Ji hingiv pir şîrîntire
Wexta çavên lê dikeve
Dil cîgeram dubuhure
Were xezala beriyê
Tu duxwûnî wek mariyê
Di buhûştêde horiyê
Min xilaskel vê tariyê
Bêy te her der şeva reşe
Te ez kirime nexweşe
Bese were gula geşe
Min xilaskel şevên reşe
Bi sond li te nabim têre
Çawa berdim ji xelkê re
Dîlber were dike bimrim
Nexweşya min pençeşêre
Tu wek firoyê mîhiya
Weka goşiyê tiriya
Dîlber were min xilaske
Van şevên reş û tariya
Seyday Curnêreş xemgîne
Nava dilê min birîne
Dîlbera min van çavana
Bêy te kesî qet nabîne.
Mehmet AYDOĞDU
12.07.2018 - 17:38 / Pêncşemî
Di navbera Wurzburgê û Frankfurtê de
Almanya