LÊ LÊ RINDÊ
Lê lê rindê çima hakir
Jan ji nav dilê min rakir
Min tiştek ji te fam nekir
Te pergala min belakir
Lê lê rindê tu delalê
Ber çavên min tu xezalê
Ev dil ji bo te dinalê
Eşqa te ez kirim lalê
Lê lê rindê tu çelengê
Nav cîhandeb nav û dengê
Te şewq daye reng bi rengê
Ez kirime wek poşingê
Lê lê rindê tu narînê
Delala çenge bi çînê
Yê weka gula bi bînê
Te ez kirim har û dînê
Lê lê rindê qeder reşê
Tu xwediyê bextê reşê
Afiriye neqş bi neqşê
Dîn kir Seyday Curnêreşê.
Mehmet AYDOĞDU
27.10.2018- 02:08
Şemî
Köln / ALMANYA