LÊ MEKE MEKE
Lê meke meke meke
Derdan li min vemeke
Min di hemêza xweke
Îşev min bi zavake
Min bi xware zavake
Lo nakim nakim nakim
Lawo tiştekî nakim
Dost û dijmin gelekên
Nikam hemêza xwekim
Li ba me zivistane
Her der berf û barane
Her der mij û duxane
Were destê min bigre
Herin ser mirazane
Zanim mij û duxan
Revandin ne hêsane
Wele nikarim xarkim
Serê bav û birane
Bi vî dilî nikarim
Ji bo te zare zarim
Keçê çima fam nakî
Sewa te evîndarim
Madem tu evîndarî
Bi dilê xwe nikarî
Were tu min bixaze
Ne carê hezar carî
Ez narim rindê narim
Ez bê kes û bê warim
Heta ku ez te negrim
Wele li vira narim
Lo here here here
Kuro dûra min here
Derdê min besa mine
Bese li min bigre
Werim mala bavê te
Bo xwetirê çavê te
Heta saxbim dinyayê
Ji bîr nakim navê te
Lawo tera dibêjim
Sewa te ez jî gêjim
Were tu min bixaze
Ez hîn çend caran bêjim
Seyda pirî nexweşe
Li navça Curnêreşe
Dermanê vî derdê min
Keça delal çav reşe
Keça bi şara reşe
Zanim têl Curnêreşe
Dilê min bi wî geşe
Were tu min bixweze
Biqedin şevên reşe
Dawîbin şevên reşe.
Mehmet AYDOĞDU
12.01.2020 ‐ 16:50
Yekşemî
Köln / Almanya